Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê: 63 kes bi Koronayê mirin
Îlon 17, 2020 14:05 Asia/Tehran
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê ragihand ku di nava 24 saetan de, li Tirkiyê 63 kesên din bi vîrusa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Li gorî amarên dawiyê yên ku Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kirine, li Tirkiyê di rojekê de 1,771 kesên din bi Koronayê ketine û 63 kesan canê xwe jidest dane.
Herwiha li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan 1,342 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.
Li gel dawîn amaran li Tirkiyê 296,391 kes heta niha bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 7.249 kesan canê xwe ji dest dane û 262,602 kes jî baş bûne.