Îlon 17, 2020 11:19 Asia/Tehran
  • Davûdoglu siyaseta Erdogan rexne kir

Serokwezîrê Dewleta Tirkiyê yê berê Ehmed Davûdoglu got: “Ji ber siyasetên Recep Tayyîp Erdogan Tirkiye di krîza rojhilatê Deryayê Spî de bi tenê maye.”

Li gorî dazgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, Davûdoglu siyasetên hikumeta dewleta Tirkiyê li rojhilatê Deryayê Spî rexne kir û got: “Ruxmî ku em di vê krîzê de xwedî maf in, lê em bi tenê mane. Tenê Azerbaycan piştgiriya me dike.”

Davûdoglu di kongreya çapemenî ya bi Serokê CHP`ê Kemal Kiliçdaroglu re got: “Ev nîşaneya hebûna şaştiyekê li ser asta dîplomasî ye ku wezareta derve dimeşîne.”

Têkildarî têkiliyên bi Misirê re, Davûdoglu got divê welatê wî dest bi diyalogê bi Misirê re bike da ku bigihêjin lihevkirina xêzkirina sînorên deryayî yên di navbera her du welatan de û piştrast kir ku divê sedem çi dibe bila bibe nabe têkilî bi Misirê re qut bibin.

Serepeyv