Îlon 15, 2020 20:04 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu û Davûtoglu li Enqerê civiyan

Îro Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê serdana Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglu kir.

Kiliçdaroglu bi germî ji aliyê Davûtoglu ve hat pêşwazîkirin û herdu lîder bi hev re civiyan. Di civîna herdu aliyan de behsa rewşa li Tirkiyê û hevgirtin û hevpeymaniyên ji bo hilbijartinan hat kirin ku hîn jî gotegot li ser hilbijartinên pêşwext li wî welatî berdewam in.

Bayram Zîlan yek ji Endamên Damezrîner ê Partiya Pêşerojê (Gelecek) jî di derbarê wê serdanê de ji Rûdawê re ragihand ku deriyê wan ji bo tevahiya aliyên siyasî vekirî ye ku daxwaza wan jî çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyê be û pirsa Kurdan jî di nav de.

Bayram Zîlan diyar jî kir ku ew dixwazin pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin, lewra eger HDP jî be, CHP jî be, ji bo wan ti cudahî tineye û ya girîng çareserkirina pirsgirêkan e.

Serepeyv