Îlon 15, 2020 09:57 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê; Tenê mamosteyek jibo Kurmancî-Zazakî bi kar girtin!

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê îsal 19 hezar û 910 mamoste bi peyman girtin kar lê di nav wan de tenê yek ji bo "Ziman û Zaravayên Dijîn" (Kurmancî-Zazakî) hat girtin. Li ser vê yekê Mebûsê HDP'ê yê Amede Hişyar Ozsoy pirsiyarnameyek da Wezîrê Karên Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk û pirs jê kirin.

Wezaretê îsal ji bo 'Mamostetiya Dibistana Pêşî', ji bo tirkî hezar û 300, ji bo Wêjeya Zimanê Tirkî 344, jibo Zimanê Erebî 345, ji bo Beşa Ol û Exlaqê hezar û 801 kes wekî mamoste peywirdar kirine. Mebûsê HDP'ê Ozsoy ev bi bîr xistine, pirs ji Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Selçuk kirine û xwestine ew bibersivîne.

Pirsên ku Ozsoy kirine bi vî rengî ne:

- Wezareta we dema 19 hezar û 910 mamoste peywirdar kirine çima tenê 1 (yek) ji bo kurmancî-zazakî peywirdar kiriye? Ev peywirdarkirin li gor kîjan krîteran çêbûye?

- Di beşa Ziman û Zaravayên Dijîn (kurmancî-zazakî) de li Tirkiyê tenê yek kêmasî hebû? Li çend dibistanan di vê beşê de perwerdehî tê dayîn? Çend mamoste van dersan didin? Çend xwendekar van dersan dibînin?

- Di dibistanên ku girêdayî wezareta we ne de hûn difikirin ku dersên kurmancî û zazakî zêdetir bikin?

- Ji nêzî 20 hezar mamosteyî tenê yek ji bo kurmancî-zazakî hatiye tayînkirin, ev yek dê bandoreke çawa li 20 mîlyon hemwelatiyên kurd bike?

- Tê gotin ku ev yek nijadperestî û cudaxwazî ye, li ser van gotinan hûn çi difikirin?

 

 

Serepeyv