Îlon 14, 2020 21:52 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu di televîziyonê de derbarê kurdên Sûriyê û mijarên din ên pêwendîdarê vî welatî axivt

Wezîrê Derve yê Tirkiyê nerazîbûn nîşanî rêkeftina MSD û Partiya Îradeya Gel a bi navbeynkariya Rûsyayê da û got jî li gor rêkeftina wan a li gel Rûsyayê pêwîst bû YPG ji Til Rifat û Minbicê derbikeve.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha di derbarê Sûriyê û kurdên wê îdia kir: “dixwestin dewleteke terorê ava bikin, lê me lîstika wan têk bir” û nerazîbûn nîşanî helwesta Rûsyayê da û got, ew qebûl nakin di navbera Rûsya û YPGê angajmanek hebe

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di dema beşdarbûna xwe di bernameyeke televîzyoneke Tirkiyê de, behsa aloziyên li Derya Spî, Ege, helwesta Yewnan, Fransa, Amerîka û Rûsyayê kir.

Mevlut Çavuşoglu derbarê vekişandina keştiya Oruç Reîs ji rojhilatê Derya Spî bo Bendera Antalyayê, îddîa kir ku ew ne gav paş de avêtin e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê amaje bi nexşeya Seville kir ku tê de sînorê avî yê Tirkiyê hatiye diyarkirin û got, divê Yewnan wê nexşeyê red bike.

Çavuşoglu herwiha got: Yewnan bi piştevaniya Yekîtiya Ewropa (YE) hewl dide xwe nîşan bide û ragihand “Yewnan dikare mafên Tirkên Qibrisê garantî bike. Lê heta niha me pêngavek erênî ji aliyê Qibrisa Romî  û Yewnanê nedîtiye.”

Çavuşoglu dîsa gef li Yewnanê xwar û got, “Eger pêşmercên wan hebin, pêşmercên me jî dê hebin. Qezayek çê bibe, Yewnan dê zirarê bibîne. Beşdarî civînên serbazî yên teknîk dibin, lê dest ji tevgerên xwe yên li qadê bernadin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got ew çaverê nakin ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve li ser vê mijarê cezayek bi ser Tirkiyê de bê sepandin.

Mevlut Çavuşoglu rexne li helwesta Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a li hember Tirkiyê girt û got, Fransa dixwaze di nav YE de roleke sereke werbigire û îddîa kir, “Di siyaseta navxwe de rewşa wî (Macron) xerab e, derbekarê li Lîbyayê (Xelîfe Hefter) piştevanî lê dikir winda kir, li Sûriyê nebû aktorek sereke. Ev ji ber siyaseta wî ya xelet e.” Çavuşoglu  herwiha got Almanya hewl dide navbeynkariyeke bêalî bike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê nerazîbûna xwe li hember serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo nîşan da û ragihand ku di gotinê de ji Tirikiyê re dibêjin tu `mafdar î` lê di kiryarê(pratîkê) xwedî helwestek din in.

Derbarê helwesta Îmarat û Misirê jî Çavuşoglu got, “Em çend caran bi Îmaratê re civiyan. Lê dijminkariya Tirkiyê dikin. Helwesta Misirê jî li holê ye, di warê îstîxbaretî de peywendî heye.”

Li ser rewşa Lîbyayê û agirbesta li wî welatî jî Çavuşoglu îdia kir: “Em piştevaniya agirbestê dikin, lê Hefter agirbestê nas nake, mûşekan diavêje û êriş dike. Divê Fransa li gel Serac jî bicive, agirbesta li ser zemîn ne li gel Tirkiyê, lê di navbera herdu aliyan de ye.”

Serepeyv