Îlon 14, 2020 13:09 Asia/Tehran
  • Nijadperestên tirk li Afyonê êrîşî karkerên Kurd kirin û karkerek kuştin 2 karker jî birîndar kirin

Li navçeya Dînarê ya Afyonê bi çekan êrîşî karkerên avahiyan ên ji Erdîşê hate kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. can da, karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn.

Li navçeya Dînarê ya Afyonê faşîst û nijadperestên tirk bi çekan êrîşî karkerên avahiyan ên ji Erdîşê kirin. Karkerê bi navê Ozkan T. kuşt û karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar kirin.

Êrîş êvarî saet di 19.30’an de li Dînarê ji ber sedemek nayê zanîn pêk hat. Kesekî ku nasnameya wî nehate diyarkirin bi çekan li van birayan da. Di vê êrîşê de karkerê bi navê Ozkan T. (25 salî) can da û karkerên bi navê Firat T. û Emrah O. jî birîndar bûn. Karkerên birîndar rakirin nexweşxanê.

Xizmên van karkerên ji Erdîşê ên ku xwestin biçin Afyonê, hinek jê di derketina Erdîşê de û hinek jê jî di têketina Afyonê de li benda polîsan hatin sekinandin.

Hate diyarkirin ku rayedarekî polîsan ji karkerên birîndar re gotiye miriyên xwe ji vir bibin û derkevin.

Hêjayî gotinê ye ji dema deshilatdariya Erdogan wek serokwezîr û paşê jî wek serokomar liv û tevgerên nijadperestî li dijî kurdan zêde bûye. Polîs û teşkîlata dadweriyê  jî li hemberî êrişkarên nijadperest ti zext û zoreke cidî berçav nagire,  çawa ku nijadperestên ku hefteya borî  li Sakaryayê êrişî karkerên kurd kiribûn piştî demeke kurt hatin berdan.   

Serepeyv