Îlon 13, 2020 13:43 Asia/Tehran
  • Cotkarên Tûtinê: 'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyê bibin karker'

Cotkar Ridvan Ceylan ku li Geliyê Xursê debara xwe bi tutinvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber kota û maliyeta zêde heqê keda wan bi dest wan nakeve.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Xurs a Mêrdînê dema berhevkirina tûtinê dest pê kir. Cotkarên ku baliyeke tûtinê bi 700 TL'yî didin, bal kişandin ser maliyetên zêde û qedexeyên hatine danîn û gotin, heqê keda wan bi dest wan nakeve. 

Cotkar Ridvan Ceylan ku li Taxa Xursa Navê tûtinê datîne, diyar kir ku kar û barê wan ev e û got, tam çar mehan bênavber dixebitin. Ceylan, anî ziman ku di tûtinvaniyê de çar mehên ewil pir girîng in û got, lê belê tûtnvanî bi temamî karekî zehmet e. Ceylan, diyar kir ku tovên datînin jî ên wan in û got, ji avdaniyê heya berhevkirinê her tişt bi xumam (şilahî) tê kirin. Ceylan, da zanîn ku kesê tûtinê deyne divê baş ji kar fêm bike û got, yanî divê mirov wekî pitikekê lê mêze bike. 

NE JI TÛTINÊ BE EM Ê BIÇIN ROJAVAYÊ TIRKIYÊ BIXEBITIN 

Ceylan, bal kişand ser maliyeta zêde û got, ji ber vê rewşa cotkaran nebaş e. Ceylan got: "Li vê derê wekî din tu karekî me tuneye. Tekane derfeta Geliyê Xursê tûtinvanî ye. Her kes bi tûtinê debara xwe dike. Heger tûtin jî tunebûya em ê mecbûr bimana biçûna Rojavayê Tirkiyê." Ceylan, da zanîn ku erdên tûtin lê tên danîn biçûk û ev erd ancax têra debara malbateke klufetê (zar û zêç) wê ne pir bike. Ceylan bal ki şand ser bihabûna fiyetên gubre û dermanan û got: "Lê dîsa jî em emcbûr in vî karî bikin. Anjî em ê biçin xurbetê." 

 

 

 

Serepeyv