Îlon 12, 2020 13:54 Asia/Tehran
  • Ukrayînê endamekî dercebilind ê PKK da ber destê Tirkiyê

Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê(MÎT) di encama operasiyonekê li Ukraynê de endamekî kevn ê PKKê û endamê Konseya Rêveber a PKKê girt.

Îsa Oz ku ji aliyê dadgeha bajarê Bazîdê bi tawana endametiya di nav PKKê de hatibû mehkûmkirin û jê re bûltena sor hatibû diyarkirin û bi tometbariyên curbicur yên wekî propaganda ji komên teorîstî, piştgiriya ji sûç û sûçkaran û kopî û çêkirina belgeyên fermî kete ber teqîbatê.

Li gor vê yekê MÎTê bi hevkariya dewleta Ukrayîn cih û şûna Îsa Oz tesbît kir û piştî mudeheke bi alîkariya vî welatî ew girt û bire Tirkiyê.

Îsa Oz di sala 2014 de li bajarê Bazîdê endamekî Konseya birêvebir a Meclisên herêmî bû, piştî ku hikmê girtinê jê re hat derxistin neçar ma terka Tirkiyê bide. 

Serepeyv