Dadgeha Amedê 10 sal cezayê zindanê da parlamentera HDPê
Dadgeha Amedê bi tohmeta “endamtiya rêxistina çekdarî” 10 sal cezayê zindanê li Parlamentera HDPê Remziye Tosun birî.
Li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê derbarê 47 kesan de ku di heyama qedexe û şer de li navçeya Sûra Amedê asê mabûn, doz hatibû vekirin ku 26 ji wan kesan niha girtî ne.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun jî yek ji wan bû ku doz li ser hatibû vekirin û îro dadgehîkirina wê birêve çû.
Di rûniştina dadgehê de ku parêzerê Tosun, Muharrem Şahîn amade bû, dozger îddîa kir ku Remziye Tosun bi qestî ve di çarçova hedefên PKKê de xebitiye û daxwaz kir ku ew parlamentera HDPê bê cezakirin.
Parêzerê Remziye Tosun jî ew tohmet red kirin û îfadeyên kesên ku li dijî Remziye Tosun didan bi heger û delîl red kirin û ragihand ku ew tohmet bêbingeh in û daxwaz kir, biryara azadkirinê ji wê dozê derbarê Tosun de bê dayîn.
Lêbelê heyeta dadgehê di wê rûniştinê de biryara xwe aşkere kir û bi tohmeta “endamtiya PKKê” 10 sal cezayê zindanê derbarê wê parlamentera HDPê de da û qedexeya derketina derve ya li ser wê parlamenterê dirêj kir.
Herwiha dadgehê biryar da dema ew ceza tekez bû, bi nivîsekê ji Sekreteriya Giştî ya Parlemanê û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Ceza ya Wezareta Dadê re bê şandin.