Îlon 11, 2020 23:04 Asia/Tehran
  • Cengê artêşa Tirkiyê û PKK

Wezareta Karên Hundirîn ê Tirkiyê diyar kir ku artêşa vî welatî li parêzgeha Sirtê li dijî PKK operasiyonek daye despêkirin. PKK jî dibêje ku li Wanê 3 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Li gor ajansa dewleta Tirkiyê Anadolu,  Wezareta Karên Hundirîn ê Tirkiyê diyar kir ku li dijî endamên PKK li parêîzgeha Sirtê operasiyona Brûsk-11  daye despêkirin û îdia dike ku heya niha 10 Operasiyon bi navê Brûsk li dijî PKK bi rê ve biriye û ya Sirtê ya 11-an e û di encama van operasiyonan 54 endamên PKK hatine kuştin  û 24 endam jî hatine girtin.

PKK eva îdiaya dewleta Tirkiyê pişt rast nekirine û dibêjeherî dawiyê hêzên wê li devera Şaxkê ya Wanê 3 serbazên Tirkiyê kuştine.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand, îro li devera Şaxkê ya Wanê di navbera hêzên wan û PKKê de şer derket.

Li gorî agahiyên wezaretê, di wî şerî de 3 serbazên wan hatin kuştin ku yek ji efserekî piledar e. fermandeyek jî birîndar bûye.

Serepeyv