Kesên li Sakaryayê êrişî karkerên Kurd kiribûn hatin berdan
2 kesên êrişî karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, serbest hatin berdan.
Ji kardêr û gundiyên êrişî karkerên demsalî yên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin, kiribûn 2 jê hatibûn binçavkirin. 2 kesên sewqî edliyê hatin kirin û îfadeyên wan hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê de, derbarê K.C. û H.C. ên êriş kiribûn de, bi îdîaya “gef xwarin” û “birîndar kirinê” biryar binçavkirinê da bû. Bersûcên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, dûre sewqî edliyê hatin kirin. Her 2 kes piştî îfadeya wan a li dozger hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgeha nobedar bi şertê kontrola edlî her 2 kes serbest berdan.