Îlon 09, 2020 18:29 Asia/Tehran
  • Parlamenterên HDPê: Daristanên Cudî bi zanebûn têne şewitandin

Ev çend roj in ku agir bi daristanîn çiyayên Cudî, Gabar û Beste herêma parêzgeha Şirnexê ya deverên kurdên Tirkiyê ketiye. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêjin agirê li çiyayên herêmên kurdî bi mebestê têne derxistin û armanca wan jî derxistina Kurdan ji wan navçeyan e.

Ev çend roj in ku agir bi daristanîn çiyayên Cudî, Gabar û Beste li Bakurê Kurdistanê ketiye û sedema derketina şewatê nayê zanîn û ti aliyeke peywenîdar ên fermî midexaleyê agir nekiriye.

Herî dawî şewat li daristanên Gundikê Remo, Gundikê Spîndarûkê mezraya girêdayî Gundikê Melê a Benavyayê yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî derketibû ji ber xwe ve vemirîn, lê vê carê jî li mezraya girêdayî Gundikê Melê a Benevyayê şewat rû da.

Parlamenterên HDPê jî ji bo balê bikêşînin ser şewatê di medyaya civakê de piştevaniya haştega #CudiAlevAlevYaniyor (Cudî dişewite) kirin. Parlamneterên HDPê dibêjin agirê li herêmê bizanebûn nayê vemirandan.

Parlameterê HDPê yê Şirnexê  Husên Kaçmaz li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn ku ew agir li wan navçeyan têne derxistin ku nêzîkî mêrg û cihê nîştecîbûnê tê derxistin û armanca wan koçber kirina Kurdan e.

Husên Kaçmaz dibêje: “Mebesta derxistina agirê li çiyayên Cudî, Gabar û Beste yên li nêzîkî mêrg û baxçeyên gundiyan, derxistina xelkê deverê ye?”

Parlamentera HDPê Remziya Tosin jî da xuyakirin ku hêzên Hikûmetê weke pêwîst hewl nadin ku agirên li Bakurê Kurdistanê kontrol bikin û ew yek bi mebesteke siyasî tê kirin.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Îmir jî li ser hesabê xwe yê twitterê daxwaz ji xelkê kir ku li hemberî agir bêdeng nemînin.

Nuran Îmir dibêje: “Li hember vê şewatê bêdeng nemînin. Bê navber ev 3 meh in daristanên Cudî dişewitînin. Ma kezeba we naşewite?”

Serepeyv