Îlon 09, 2020 09:47 Asia/Tehran
  • Yewnanistan: Dewleta Tirkiyê, dewleteke yekane ye ku li her derê eniyên şer vedike

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias helwesta dewleta Tirkiyê a der barê welatê xwe de rexne kir û piştrast kir ku dewleta Tirkiyê dewleteke yekane ye ku eniyên şer li her derê vedike.

Nikos Dendias piştî civîna bi hempîşeyê xwe Malte li Atînayê re got divê Yekitiya Ewropayê (YE) bi cidî û bê dudilî li hember van helwestan bisekine.

Dendias bal kişand ser ku dewleta Tirkiyê ne tenê dewletên YE’yê armanc dike, lê belê bi helwestên xwe yên dijminahî, li dijî YE’yê bi xwe ye.

Vekolîna dewleta Tirkiyê li ser gazê li herêmên bi Yewnanistanê re bi nakok hêrsa Atîna û YE’yê jî rakir.

Dê di pêncşema bê de li Fransayê civîna 7 dewletên Ewropayê ji bo lêkolînkirina nakokiya bi dewleta Tirkiyê re, li dar dikeve.

Serepeyv