Îlon 08, 2020 13:02 Asia/Tehran
  •  Kesên li Sakaryayê êrîşî karkerên kurd kiribûn hatin berdan

2 kesên êrîşî karkerên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn, serbest hatin berdan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Ji kardêr û gundiyên êrîşî karkerên demsalî yên ji Mêrdînê çûbûn Sakaryayê findiqan kom bikin kiribûn 2 jê hatibûn binçavkirin. 2 kesên sewqî edliyê hatin kirin û îfadeyên wan  hatin girtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, di koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê de, derbarê "K.C". û "H.C." ên êrîş kiribûn de, bi îdîaya “gef xwarin” û “birîndar kirinê” biryar binçavkirinê da bû. Bersûcên ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin, dûre sewqî edliyê hatin kirin.
Her 2 kes piştî îfadeya wan a li dozger hat girtin, sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. Dadgeha nobedar bi şertê kontrola edlî her 2 kes serbest berdan.

Serepeyv