Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ji Wezîrê Dadê pirsî: "Çima rojnameyên muxalîf nadin girtiyan"
Îlon 08, 2020 13:02 Asia/Tehran
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û parlamenter "Tayîp Temel" nedana rojnameya Yenî Yaşamê û rojnameyên muxalîf ji bo girtiyan ji Wezîrê Dadê "Abdulhamît Gul" pirsî.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê û Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel nedana rojnameyên weşana muxalîf dikin, kovar û pirtûkan ji bo li girtîgehan nadin girtiyan bir rojeva Meclîsê.
Temel bi daxwaza bersivînê pêşniyazname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul.
Temel ji Wezîr Gul pirsî ku çima rojnameya Yenî Yaşamê û rojanemeyên muxalîf û kovar û pirtûkan nadin girtiyan û xwest pirsên derbarê mijarê de ji wezîr pirsiye werin bersivandin û astengiya li pêşiya dayîna rojnameyan, kovaran û pirtûykan bi were rakirin.