Îlon 06, 2020 22:13 Asia/Tehran
  • Şandeke partiyên Kurdistanî serdana karkerên Mêrdînî yên bûyera Sakaryayê dike

Karvedanên êrişa nijadperestên tirk li ser karkerên Kurd li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê berdewam in û sibê şandek ji nûnerên partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî serdana wan karkeran dike. Herwiha tê gotin, parêzgarê Sakaryayê ji wan karkeran re ragihandiye ku 3 kes ji êrişkaran hatine desteserkirin.

Hemdîn Demîr ku kesûkarê yek ji wan karkeran e li Sakaryayê ji aliyên hejmareke nijadperastan êrîşî ser wan hat kirin rgaihand ku parêzgarê Sakarya Çetîn Oktay Kaldirim  bi riya telefonê peywendî bi wan re kiriye û amaje bi wê yekê daye ku heya niha 3 kes hatine  desteserkirin.

Ji aliyekî din ve roja Duşemê sibê, 7 Îlonê, şandek ji nûnerên partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî de serdana wan karkeran dike.

Şand saet 11 .00 sibehê ji Amedê bi rê dikeve û ber bi gundê Kelek ê ser bi bajarokê Şemrexa Mêrdînê ve diçin.

Piştî êrîşê, karkerên Kurd vegeriyan gundê xwe li parêzgeha Mêrdînê û di heman rojê de ji aliyê polîsan ve hatin vexwendîkirin û gotinên wan hatin wergirtin.

Li gor medya Tirkiyê polîsan rê neda ti rojnamevank biçe nava wî gundê, rojnamevan dibêjin, polîsan mercên xwepartistina ji Korona weke hincet bo rêgirtina li derbasbûna rojnamevana nîşan da.

Ji dema berfirebûna hewldan û kiryarên dijminane yên dewleta Erdogan li dijî kurdên Tirkiyê û yên derveyî vî welatî, êrişên nijadperestên tirk li dijî gelê kurd di nav Tirkiyê de zêde bûne.

Serepeyv