Artêşa Tirkiyê û PKKê amarên şerê xwe belav kirin
PKKê ragihand ku hêzên wê li Colemêrgê li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirkiyê dane û di encamê de 2 leşker kuştine. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje ku ji destpêka operasyona Heftenînê ve 320 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandina Hêzên PKKê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên wan roja 2ê Îlonê saet 16.30 li devera Sirtê Ezîzanê li herêma Sumbul a Colemêrgê “ji nêzîk ve li yekîneyên veşartî yên artêşa Tirkiyê” dane.
Li gor ragihandina PKKê di encama wê êrişa hêzên wê de 2 serbazên artêşa Tirkiyê hatine kuştin û “gelek serbaz jî birîndar bûne.” PKKê dibêje: “Operasyona artêşa Tirkiyê heman rojê bê encam bi dawî bû.”
PKKê derbarê şerê li herêma Heftenînê de jî ragihand ku roja 3ê Îlonê saet 11.10an hêzên wê li devera Xamtîrê “li kepçeyên ku rê çê dikir” xistin û di encamê de “kepçe hat rûxandin û kesê di kepçê de hat kuştin.”
Herwiha PKKê nasnama hêzekî xwe jî aşkere kir ku di êrişeke artêşa Tirkiyê de li li qada Deşta Silopya ya herêma çiyayê Cûdî ya Şirnexê canê xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniya PKKê di wî şerî de şervanê bi navê Îbrahîm Algim bi nasnav Kahraman Birîndar ku xelkê Şirnexê bûye canê xwe ji dest daye.
Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şerê li Heftenînê daxuyaniyek belav kir û îddîa kir ku ji destêpêka êrişan heta niha 320 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di çarçova wê operasyona ku roja 16ê Hezîranê dest pê kiribû leşkeran xebatên xwe yên lêgerînê li deverê bi “serkeftî” temam kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Li herêma Heftenînê çek, cebilxane û pêdawîstiyên jiyanê ku di 53 şikeft û 269 sitargehan de hatine bidestxistin hatine jinavbirin.”
Cîgirê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Îsmaîl Çatakli jî îro derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyek belav kiribû.
Li gor zanyariyên Çatakli operasyonên hêzên wan ên bi navê Yildirim, li 9 herêman bi tevlîbûna 11 hezar leşkeran berdewame in û heta niha, di wan operasyonan de, 38 hêzên PKK canê xwe ji dest dane û 22 “alîgirên wê rêxistinê” hatine girtin.
Her li gor îdiayên Çatakli sala derbasbûyî 273 hêzên PKKê xwe radest kirine û ji Çileya îsal ve bi giştî 146 endamên PKK xwe radest kirine.
PKK heta niha ti yek ji van daxuyaniyên wezaretên berevaniyê û navxwe yên Tirkiyên û amarên ku wan belavkirin piştrast nekirine.