Îlon 06, 2020 13:09 Asia/Tehran
  • Li 24 gundên Bedlîsê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin 

Li parêzgeha Bedlîsê ya kurdên Tirkiyê bi hinceta  operasyonên leşkerî yên artêşa Tirkiyê yên dijî PKKê li 24 gundên sînorê wê parêzgehê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hatiye belavkirin, bi hinceta sedemên emnî li 24 gundên ser bi navenda bajarê Bedlîsê qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin.

Qedexeya hatûçûnê li wan 24 gundan ji saet 01:00ê nîveka şeva borî (Yekşemê) destpê kiriye û heta daxuyaniyeke din berdewam dibe.

Walîtiya Bedlîsê îdia dike ku ji bo parastina can û malê xelkê di van navçeyan de qedexeya hatûçûnê hatiye ragihandin û daxwaz dike welatî pêbendê rênmayiyan bibin.

Dewleta Tirkiyê bi hencetên curbicur piraniya rojan li deverekî kurdên vî welatî qedexeya hatûçûnê radigehîne û jiyana li xelkê deverê dijwar kiriye  û ew rastî pirsgirêkên zav bi taybet ên madî û aborî anîne.

Serepeyv