Îlon 06, 2020 09:12 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ragihand ku dê dest bi tetbîqatên leşkerî bike

Tirkiyê ragihand ku dê tetbîqatên leşkerî yên hevpar bi Bakurê Qibirsê re pêk bîne. Ev yek hevdemê rageşiya li rojhilatê deryaya Spî pêk tê. 

Enqerê destnîşan kir ku dê ji yekşemê anku îro ve bi Komara Bakurê Qibrisê (ku di aliyê navneteweyî de nayê pejrandin) re, dest bi tetbîqatan bike.

Tetbîqatên leşkerî bi navê "Bahoza deryaya Spî" ye û dê 5 rojan dewam bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku armanca tetbîqatan pêşxistina perwerde û hevkariyê ye.

Ev yek hevdemê rageşiya di navbera Tirkiyê ji aliyekî ve û Yewnanistan û Qibrisê ji aliyekî din ve li rojhilatê deryaya Spî, pêk tê.

Wezîrê Karê Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias tevgera Tirkiyê li rojhilatê deryaya Spî ya ne rewa da zanîn û ew şermezar kir û piştrast kir ku Enqere hewl dide aramî û aşîtiya li herêmê têk bibe.

Serepeyv