Îlon 04, 2020 11:24 Asia/Tehran
  • Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê: 49 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di rojekê de 1642 kes bi Koronayê ketin û 49 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya Twitterê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronayê belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di 24 saetên derbasbûyî de, li Tirkiyê, hezar û 642 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Her li gor amarên hatine belavkirin di nava rojekê de 49 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 211 kes jî ji wê vîrusê xilas bûn.

Li Tirkiyê li gel amarên dawîn hejmara nexweşên Koronayê gihîşt  274 hezar 943 kesan û ji wê hejmarê jî 6 hezar û 511 kesan canê xwe ji dest dane û 248 hezar û 87 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Serepeyv