Îlon 03, 2020 10:49 Asia/Tehran
  • HDP: Heqareta li Demîrtaş

HDP'ê nerazîbûneke tund nîşanî parlamenterê AKP'ê da ku heqaret li Selahattîn Demîrtaş û malbata wî kir û got: "Li dijî mirovahiyê ye û sosret e."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezsopotamyayê (MA),Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, ji ber heqareta ku parlamenterê AKP'ê Tamer Akkal li Selahattîn Demîrtaş û malbata wî kir, daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku heqareta ku Tamer Akkal li hevserokê wan yê berê Selahattîn Demîrtaş û malbata wî kiriye û wiha hat gotin: "Ev heqaret li dijî mirovahiyê ye, sosret e û nayê qebûlkirin." 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mafê hevdîtinê yê Selahattîn Demîrtaş û girtiyan bi hêceta pandemiyê tê astengkirin wiha hat gotin: "Ev yek bêhiqûqî û bêwijdanî ye. Piştî ku mafê hevdîtina girtî ya Demîrtaş bi du zarokên xwe re hate astengkirin, Tamer Akkal li ser hesabê xwe yê Twîtterê heqaret li Demîrtaş kir.

Parvekirina Akkal piştî ku saetek û 39 deqeyan li ser Twîtterê ma, li ser nerazîbûnan hate jêbirin. Ya ku Akkal piştre parvekir jî mikurhatina li tiroliyê ye. Gotinên Akkal nivîsî ne binpêkirina nirxên mirovahiyê ne, zimanê nefretê ye. Selahattîn Demîrtaş îradeya zêdeyî 6.5 milyon mirovî ye. Demîrtaş û siyasetmedarên girtî hemû rûmeta me ne. Yên ku navên wan bi heqaretê bilêv dikin, em vê yekê careke din li bîra wan dixin û ji raya giştî re dibêjin ku me giliyê Akkal kirine."

Hêjayî gotinê ye; Parlamenterê AKP’ê Tamer Akkal ê di Twîtterê de heqaret li Selahattîn Demîrtaş kir twîta xwe jê bir û got: “Ne min nivîsandiye, şêwirmendê min nivîsandiye.”

Parlamenterê AKP’ê yê Manîsayê Tamer Akkal li ser hesabê xwe yê Twîtterê heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş kiribû. Akkal twîta ku heqaret li Demîrtaş kir ji hesabê xwe paqij kir û twîtên nû belav kir. Akkal ê ku bi berteka xelkê re rûbirû ma ji neçarî twîtê jê bir û vê carê jî sosretiyek wiha nivîsand: “Îro serê sibê zû li ser hesabê min ê medya civakî parvekirina derbarê Selahattîn Demîrtaş û malbata wî de ne ji aliyê min ve hatiye parvekirin. Hevalek me yê şêwirmend hesab tevlihev kirine û ev tişt parve kiriye.” Akkal ê heqaret li Demîrtaş kir bi çend twîtan vê carê jî hestiyariya malbat, zarok, ziman, dîn û nijadê kir.

 

 

Serepeyv