Îlon 03, 2020 10:38 Asia/Tehran
  •  Beştaş: ''Hûn nikarin dîwarê şermê li Amedê deynin

Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş got li dijî şer berpirsyariya her kesî heye û got: ''Kurd ne baş bin Tirk jî baş nabin.''

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezsopotamyayê (MA), Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsê daxuyanî da çapemeniyê. 

Beştaş got hewcehiya Tirkiyê bi lezgînî bi aştiyê heye û li ser vê mijarê berpirsyariya her kesî heye û wiha axivî: ''Heke Tirk ne baş bin, Kurd jî ne baş in, heke Kurd ne baş bin, Kurd jî ne baş in. Ji dîrokê dersa ku bi sedan carî me girtî ev e.'' 

DÎWARÊ KU DIXWAZIN LI AMEDÊ WERE DANîN   

Beştaş bal kişand ser dîwarê ku tê xwestin were çêkirin û Amedê bike du beşan û wiha got: ''Hûn nikarin dîwarê şermê li Amedê deynin, emê nehêlin. Bes bi raçîn û avaniya siyasî ya Amedê bilîzin. Ev siyaseta dagirkirinê ye. Ev 90 sal in ewlehiya peyayan nehate bîra we? Em vê qebûl nakin. '' 

'CIWAN DI HEDEFÊ DE NE' 

Beştaş bal kişand ser polîtîkayên zext û sîxûriyê yên li ser endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û got: ''Li kîjan taxê Kurd û muxalîf hebin çeteyên madeyên hişbir li wir xuya dibin. Em dixwazin demildest li ser vê daxuyaniyek were dayin û yên ku vê dikin derxînin ber darazê û werin girtin.  Li ser van ciwanan rêbazên salên 90'î bi  kar tînin, bi gefan dixwazin xebatên HDP'ê, xebatên Meclîsa Ciwanan asteng bikin.'' 

'TAMEK AKKAL MUXLÛQAT E'   

Beştaş parvekirinên twîtterê yê Parlamenterê AKP'ê Tamer Akkal jî rexne kir û got: "Tamer Akkal muxlûqatek e. Xwedî giravê twîtên xwe rast kiriye. Hesabê te kî birêve dibe? Çend hesabên te hene, hesabên te yên trol hene? Hûn zimanek wiha nizm çawa bikar tînin? Em li dijî vê serî li her rêyên hiqûqî bidin." 

‘EM WE JI HRANT DÎNK Û TAHÎR ELÇÎ NAS DIKIN' 

Beştaş bal kişand ser êrişên li dijî Parlamenterê TÎP'ê Bariş Atay û got: "Ev zimanê tehdîtkar zemînê ji êrişan re amade dike. Wezîr Suleyman Soylû, Bariş Atay kiriye armanca xwe. Em van dîmenan ji Hrant Dînk, Tahîr Elçî baş dizanin û nas dikin. Wezîrê Navxweyî berê jî li Hevseroka me Pervîn Bûldan geriyabû û gef lê xwaribû. Em dibêjin aştî û çareserî, ew radibin di nava

dewletê de çeteyan ava dikin. Ev ziman wêrekiyê dide çeteyên li kolanan. Li vî welatî ewlehiya kesî nîne. Serokê Meclîsê êrişa li dijî Atay şermezar kir lê ev têr nake, divê hûn helwesta xwe nîşan bidin." 

‘ÊRIŞÎ PARASTINÊ DIKE' 

Beştaş gotinên Serokkomar Tayyîp Erdogan ên derbarê parastin û parêzeriyê de bi bîr xist û got: "Di şexsê parêzeran de êrişî parastinê dike."

 

 

Serepeyv