Îlon 02, 2020 10:28 Asia/Tehran
  • Sîxorekî Tirkiyê li Otrîşê hat girtin

Wezîrê karên hundir ê Otrîşê qala girtina sîxorekî Otrîşê kir.

Li gorî rapora Russia Today a Erebî, Wezîrê karên hundir ê Otrîşê, Karl Nêhamêr (Karl Nehammer) roja Sêşemiyê ragihand ku welatê wî dê tawana kesekî ku derbarê sîxoriya jibo Rêxistina Istixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MIT) li xwe mukur hatiye, pêra bide fehmandin û rayedar di halê lêkolîna derbarê çalakiyên sîxoriyên yên zêdetir ji aliyê vî kesî va ne.

Ew ku beşdarî civîneke çapemeniyê bûbû, hewiuldana hêzên derveyî jibo bandorkirina li Otrîşê kiryareka nayê qebûlkirin da zanîn.

Li gorî gotina Nêhamêr, yekî ji van sîxoran aşkira li xwe mukur hatiye ku MIT'a Tirkiyê ew jibo sîxoriyê ji welatiyên Tirkiyê an otrîşiyên bi eslê xwe tirk bi kar aniye da ku derbarê wan lêzanînan bide rêxistinên istixbaratî yên vî welatî.

Wezîrê karên hundir ê Otrîşê hejmara otrîşiyên girtî navbera 2018 heta 2020î bi sûcê sîoriya jibo Tirkiyê 30 kes da zanîn.

 

Serepeyv