Îlon 01, 2020 11:56 Asia/Tehran
  •  Wekilên HDP'ê:

Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê diyar kirin ku esker li herêma Çiyayên Cûdî, Gabar û Bestayê bi zanebûn daristanan dişewitînin û bi vê yekê dixwazin gelê herêmê bidin koçberkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Bi mehan e, piştî operasyonên eskerî li çiyayên herêmê daristan tên şewitandin. Bi taybetî li Herêma Lice, Çewlîk, Colemêrg, Mêrdîn û Şirnexê daristan tên şewitandin. Dema daristan tê şewitandin, esker destûr nadin ku welatî şewata daristanê vemirînin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Şirnexê têkildarî şewata daristanên li herêmê anîn ziman ku esker bi zanebûn daristanan dişewitînin û dixwazin bi vê yekê gel ji herêmê koçber bikin. Di mehên dawî de li Çiyayê Cûdî û Gabarê  û herêma Besta zêde daristan tên şewitandin. Balkêş e piştî operasyonên eskerî daristan dişewite. Li aliyê din darên li herêmê bi destê cerdevanan tên birîn. Heta niha bi hezaran darên li herêmê hatin birîn. 3 roj berê li kontarên Çiyayê Cudî daristan hatin şewitandin. Agirê li herêma Gundê Cifanê bi daristanê ket, li gel welatiyan mudaxale kir jî dîsa daristan dişewite û hêj agirê bi daristanê ketiye venemiriye. Têkildarî şewata li herêmê parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, anî ziman ku nêzî 3 meh in li bajar û navçeyên Şirnexê daristan tê şewitandin û wiha got: "Bi hinceta 'ewlehiyê' herêmê ketober bombe dikin. Armanca wan ekolojiya herêmê talan û wêran bikin. Dîsa dixwazin bi talankirin û wêrankirinê gelê herêmê bidin koçberkirin. Dixwazin daristana li qatê tune bikin. Dixwazin qada jiyanê ya gundên li herêma Çiyayê Cudî, Gabar û Besta tune bikin. Bax û bîstanên wan dişewitînin. Çavkaniyên wan ên jiyanê tune dikin. Armanca wan vê herêmê bê mirov bihêlin. Dixwazin mirovên li vir dijîn koçber bikin."

Ozguneş, da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP'ê vê polîtîkayê bi destê esker, polîs û cerdevanan dixe meriyetê û wiha got: "Hikûmeta AKP-MHP'ê bi vê polîtîkayê dixwaze bêtir gel bi xwe ve girê bide û gel îteatê wê bike. Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Divê gelê me di vê mijarê de hestiyar tev bigere. Divê destûr nedin dahl, rez û daristanên wan bên şewitandin." 

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, jî anî ziman ku esker bi zanebûn daristan, bax û baxçeyên li herêmê dişewitînin û wiha got: "Welatiyên herêmê tev şahid in. Piştî herêmê topbaran dikin daristan tên şewitandin. Piştî operasyonan herêm tê şiwatindin. Bax û bostanên weletiyan dişewitînin. Dixwazin mirovên vir bi xwe ve girê bidin. Divê gel û hemû saziyên demokratîk li dijî vê yekê bibin yek  û bi hev re têbkoşin."

 

 

 

Serepeyv