Tebax 31, 2020 08:41 Asia/Tehran
  • Li Hewsela Amedê

Xwezaya kurdan bi gelek sewalên cur bi cur tije ye ku hin ji wan nayê texmînkirin dê hebe lê heye.

Yek ji wan jûjiyê guhbel e. Ev jûjî li Ukrayna, Moxolistan, Pasitkan, Lîbyayê, her wiha li "Serêkaniya Bakur" û li ser sînorê Hataya Tirkiyê heta niha hatiye dîtin. Lê niha li Hewsela Amedê jî ev yek hat dîtin. Jûjiyê guhbel ji aliyê fotografkêşê kurd "Mehmet Masum Suer" ve hat dîtin. Suer ku li Bexçeyên Hewselê berê fotoyên gelek sewalên cur bi cur kişandibû vê carê rastî jûjiyê guhbel hat û wêneyê wê kişand.

Jûjiyê guhbel ên çolê metre û nîv bin erdê de hêlînan çêdikin û dijîn. Bejna wan li gor 15-30 Santî-Mitr e, giraniya wan jî dor 280 gram. Ew dikarin heta 10 hefteyan nexwin û venexwin û bijîn.

 

 

Serepeyv