Polîsên Tirkiyê li Stenbolê di hefteyekê de 3 ciwanên HDP’ê revand
Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP’ê diyar kir ku di vê hefteya dawîn de sê endamên wan hatine revandin û sîxurtî li ser wan hatiye ferzkirin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Stenbolê derbarê revandina endamên xwe û lêferzkirina sîxûriyê ya li ser endamên xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevserokê Rêxistina HDP’a Stenbolê Erdal Avci û ciwan beşdarî civînê bûn.
Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci di civînê de axivî û diyar kir ku dewlet her cûre zextê li ser ciwanan pêk tîne û tometbarkirina wan ciwanan bi sîxûriyê û revandina wan kar û kiryarên hikûmetê yên salên 1990’î tîne bîra wan û van tomet û boxtanan red dikin.
Pişt re parlamenter Hasan Ozguneş axivî û da zanîn ku revandina hevalên wan ên ciwan metirsiyekî bi xwe re tîne û bang li dewletê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kir ku kî li pişt wan hebe bila derxin holê. Ozguneş got wê tu hêz nikaribe pişta siyaseta wan bişkîne û dê bibin şopdarê van bûyeran.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mûrat Yaşa anî ziman ku her cûre zext li ser endamên wan didomin û di hefteyeke dawî de 3 endamên wan ji aliyê kesên ku xwe wek polîsan didin nasîn ve bi darê zorê hatine revandin û sîxûrtiyê li wan ferz kirine. Yaşa got van kesên xwe wek polîsan didin nasîn gefa kuştinê li endamên wan dixwin û her wiha gefan li malbatên wan jî dixwin. Yaşa got ew ê li dijî vê polîtîkaya bi destê dewletê li dijî endamên wan pêk tê hin bêtir bixebitin û xwe birêxistin bikin û HDP wê mijarê bibin rojeva Meclîsê û gilî bikin.