Tebax 30, 2020 12:21 Asia/Tehran
  • EL-EREB: Ewropa li hember tevgera Tirkiyê, leşkeran perwerde dike

Rojnama Qeterî ya EL-EREB derbar hewldanê Tirkiyê li derya Sipî û bertekên Ewropayê li hemberî wê nivîsî: "Çar dewletên endamên Yekitiya Ewropayê, Yewnanistan, Fransa, Îtalya û Qibrisê, roja çarşemê perwerdeyên leşkerî yên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî dest pê kirin. 

Rojnama hanê nivîsiye: Der barê destnîşankirina sînorên deryayî di navbera Enqere û Atînayê de her diçe alozî mezintir dibe., lê Enqere jî her rewşê aloztir dike û dibêje "Ew ê li herêmê paşde venegere."

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kiriye ku hêzên hevbeş li rojhilatê Deryaya Spî belav bikin, di çarçoveya lihevhtina çaralî (SQAD), vê wezaretê diyar kir ku ev lihevhatina çaralî "Dê hebûna leşkerî ya asmanî li herêmê bi hêz bike".

Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê roja çarşemê diyar kir ku Qibris, Yewnanistan, Fransa û Îtalyayê li hev kirine ku li rojhilatê Deryaya Spî hêzên leşkerî bi cih bikin, di pêngava yekem a vê projeyê de dê hêzên deryayî û asmanî yên van çar dewletan li başûrê Deryaya Spî bi cih bibin. Wezaretê her wiha di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev perwerde dide diyarkirin ku "Dewletên Ewropayê paybendî pêkanîna zagonên deryayan in"

Her wiha Wezareta Parastinê ya Yewnanistanê da zanîn ku "pêvajoya dîplomatîk dê her bimîne rêya baştir ya çareserkirina pirsgirêkên dualî û yên li ser asta Ewropayê jî, diyalog dikare aloziya li herêmê kêm bike".

Serepeyv