Tebax 29, 2020 23:06 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyê 39 kes bi Coronayê mirin

Li Tirkiyê di rojekê de 39 kes bi Koronayê mirin û yek hezar û 549 kes jî tûşî Koronayê bûn.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca li hejmara xwe ya Twitterê dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronayê belav kirin.

Li gor amarên hatine belavkirin di nava 24 saetan de li Tirkiyê yek hezar û 549 kes tûşî Koronayê bûne, 39 nexweşên vê vîrusê jî canê xwe ji dest dane û herwiha yek hezar û 3 kes jî baş bûne.

Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 267 hezar û 64 kes tûşî Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî 6 hezar û 284 kesan canê xwe ji dest dane û 242 hezar û 812 kes jî baş bûne.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê jî careke din daxwaza pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê li xelkê kir.

Serepeyv