Tebax 29, 2020 22:38 Asia/Tehran
  • Li Agiriyê şer: 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin 

Li navça Bazidê ya Agiriya li rojhilatê Tirkiyê di navber gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket û di encamê de 2 çawîşên pispor ên Tirkiyê hatin kuştin.

Aajan fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê li ser zarê çavkaniyên hêzên ewlekariyê yên wî welatî, ragihand ku îro Şemiyê 29ê Tebaxa 2020an li navçeya Bazidî ya Agirî şer di navber gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de derket.

Di wî şerî de du çawîşên pispor birîndar bûne û bo Nexweşxana Dewletê ya Dr. Yasar Eryilmaz li Bazidê hatine şandin. Herdu çawîşên pispor tevî hemû hewldanên pizîşkî ji mirinê rizgar nebûne.

Biryar e piştî otopsiyê cenazeyên wan leşkeran, bo malbatên wan were şandin.

Ji aliyê din ve heta amadekirina vê nûçeyê PKKê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Serepeyv