Li Sêrtê stasyona bazê hate îmhakirin
Tebax 29, 2020 13:03 Asia/Tehran
Li navçeya Hawêl a Sêrtê, li dijî stasyoneke bazê çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin. Di encamê de stasyon hate îmhakirin.
PKKê di daxuyaniya xwe de li ser vê mijarê wiha ragihandiye ku di 27'ê Tebaxê de saet 22:10'an hêzên wê li navçeya Hawêl a Sêrtê li dijî stasyoneke bazê êrişek pêk anî. Di encamê vê êrişê de stasyona bazê bi temamî îmha bû.
Dewlet û artêşa Tirkiyê derbarê vê êrişa PKKê ti daxuyanî nedaye.
PKKê herwiha diyar kiriye ku di roja 27'ê Tebaxê de saet 15:00 balafirên şer ên artêşa Tirkiyê bombe li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê ya Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.
PKKê di dewamê de îdia dike ku ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên wê nehatiye.