Wezîrê Tenditustiyê yê Tirkiyê: 36 kes bi Coronayê mirin
Îro înê li Tirkiyê di rojekê de 36 kes bi Coronayê mirin û 1,517 tûşbûyên nû hatin tomarkirin.
Wezîrê Tenditustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca dawîn amarên taybet bi vîrusa Koronayê belav kirin.
Li gor amarên hatine belavkirin di dawîn 24 saetan de li seranserê Tirkiye 1,517 kes tûşî Coronayê bûn, 36 kesan canê xwe ji dest dan û 1,017 kes jî baş bûn.
Li gel dawîn amaran heta niha li Tirkiyê 265,515 kes tûşê Coronayê bûne û ji wê hejmarê jî 6,245 kesan canê xwe ji dest dane û 241,809 kes jî baş bûne.
Li aliyê din Odeya Pizîşkên Amedê îro li ser hesabê xwe yê twitterê aşkere kiribû, ku îro tenê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargil a Amedê 15 kes ji pêketiyên vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest dane.
Odeya Pizîşkên Amedê ragihandibû, belavûna vîrusê ji kontrolê derketiye û tevahiya berprisyarî ketiye ser xelkê û kedkarên tendirustiyê.
Li gor heman çavkaniyê, li nexweşxaneyên Amedê cih ji bo nexweşên Coronayê yên ku rewşa wan giran e jî nemaye û ew nexweş bi neçarî li malên xwe tên dermankirin.
Odeya Pizîşkên Amedê bang li Wezareta Tendirustiya Tirkiyê kiribû, ji bo ku tevgera civakê kêm bibe, rêkarên bilez bên pêkanîn û pêwîstiyên xelkê bên dabînkirin û herwiha textên pêwîst bo nexweşan bi zûtirîn dem bên dabînkirin.