Tirkiye- 26 kesên din bi Koronayê mirine
Li Tirkiye di 24 saetên dawiya roja 27 Tebaxê de ji ber vîrûsa koronayê 26 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 209 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye di 24 saetên borî de yek hezar û 491 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 263 hezar û 998 kesan.
Herwiha di 24 saetan de 995 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 240 hezar û 792 kesan.
Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Di van demên dawî de hejmara nexweşên me yên baş bûne, ji hejmara nexweşên me yên nû kêmtir e. Riya kontrolkirina hejmara nexweşên me yên aktîv, kêmkirina hejmara nexweşên nû ye. Ji bo îro, riya herî baş a kêmkirina hejmara nexweşên aktîv, tedbîr e. Herî dawî vîrûs dê têk biçe.”