Tebax 27, 2020 17:04 Asia/Tehran
  • Elî Babacan bi Koronayê ket

Testa Koronayê li ser Babacan, Serokê Partiya DEVA'yê pozîtîv derketiye.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Li gorî lêzanînên bidestketî, Elî Babacan Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) bi Koronayê ketiye.

Babacan li ser twittera xwe ev nûçe piştrast kir û ragihand: "Ez haydar bûm ku testa Koronaya min pozîtîv e. Niha rewşa min baş e û şukra Xwedê dikim. Doxtoran gotine demekê hevrê digel malbata xwe divê bêm qerentînekirin. Bi hezkirina Xwedê ezê çalakiyên xwe ji malê bidomînim. Sax bin û ji kerema xwe bila haya we ji xwe hebe."

 

 

 

Serepeyv