Tebax 25, 2020 02:33 Asia/Tehran
  •  Hesinkarê ku emrê xwe di kutana hesinê sincirî da derbas kiriye, dixwaze hesinkariyê bidomîne

Mehmet Uçarê 78 salî ku li Agiriyê dijî û 64 sal e hesinkariyê dike, ji bo ku hesinkarî neyê jibîrkirin û derbasî nifşên nû bibe, hewl dide.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Uçar hesinkarî ji hosteyê xwe yê Erziromî hîn bûye û 64 sal e bi hesinkariyê debara xwe dike.

Mehmet Uçar hê 3 salî bûye, bavê wî wefat kiriye û di sala 1956an da li cem hosteyê xwe wek çirax dest bi hesinkariyê kiriye û ji wê demê vir va hesinkariyê dike.

Uçar heta niha hesinkarî fêrî 5 kurê xwe û gelek kesên din kiriye û di dikana xwe ya li Sîteya Sanayiyê da hesinê sincirî dikute û bivir, das û li ser xwestina gundiyan berên curbecur çêdike.

Uçar li bajêr ji nûnerên dawîn ê hesinkariyê ye û havînê di germê da, zivistanê jî di sermayê da dixebite û dixwaze pîşeyê xwe yê ku pirt jê hez dike, bidomîne.

Mehmet Uçar her çend kal bûbe jî karê xwe bi eşq û şewq dike û dibêje ku wî di piçûktiya xwe da dest bi hesinkariyê kiriye û emrê xwe daye vî pîşeyî.

Uçar diyar kir ku wî bavê xwe hîç nedîtiye û wiha dewam kir:

"Min di zaroktiya xwe da dest bi hesinkariyê kir û heta niha qet dev jê berneda û hê dewam dikim. Ez hesinê sincirî dikutim û qaynaxê dikim, zarokên min jî hesin jêdikin. Em serê sibê dibêjin bismillah û ji bo xizmeta gundiyên xwe dixebitin. Karê me giran e, kes zû bi zû ji vî pîşeyî hez nake. Lê hesin êdî bi makîneyê tê jêkirin, kar hêsantir bûye."

Uçar diyar kir ku li Agiriyê jimara kesên ku hostetiya hesin bike, pir kêm bûye û ev pîşe di nav pîşeyên ku êdî radibin da ye, ew ji ber vê yekê carinan pir li ber xwe dikeve û ji bo ku ev pîşe ranebe û neyê jibîrkirin, ew hewl dide.

Uçar destnîşan kir, heta ku ew bijî wê pîşeyê xwe bidomîne û wiha dewam kir, "Karên ku me berê dikirin, ciwanên niha danekê jî nakin. Me hesin bi bireka destan û keskî va jêdikir, lê niha hemû bi makîneyê tê jêkirin. Ez heta êvarê li ber agir dixebitim. Me berê şeveqa sibê dest bi kar dikin û heta tarî biketa erdê em dixebitîn. Van rojana hewa pir germ e, dikan jî ji ber ku ji bêtonê hatine çêkirin, pir germ dibin."

Uçar daxuyand ku wî di 14 saliya xwe da dest bi pîşeyê xwe kir û wiha dewam kir:

"Me berê him hesin dikuta him jî ji ber ku ga û gamêş zêde bûn, me nelbendî dikir. Xwedê destûrê bide, ez ê heta mirinê di vî karî da bixebitim. Ez hînî xebatê bûme, nikarim vala bimînim.

Xwezî derfetên îro 40 sal berê di destê min da bûna. Vêga her tişt bi makîneyan tê çêkirin. Ez ber destê hosteyê xwe yê Erziromî vî karî hîn bûm, Xwedê cihê wî têxe cinet, li Agiriyê ew tenê bû, wî 40 kes fêrî vî karî kir. Şikir ji Xwedê ra min jî gelek kes fêrî vî karî kir û hemû bûn xwediyê nanê xwe."

 

 

Serepeyv