Tebax 25, 2020 02:31 Asia/Tehran
  • Hilberîna Îsotan; Jinên Rihayî bi

Li Rihayê bi projeya Şaredariya Akçakaleyê va 100 jin îsotan datînin û pê debara xwe dikin

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Rihayê di çarçoveya projeya Şaredariya Akçakaleyê da 100 jin pereyê ku ji zeviya îsotan a 250 donimî ya ku wan bi destê xwe danî qazanc dikin va debara malbata xwe dikin.

Li navçeya li ser sînorê Sûriyê, ji bo zêdekirina îstixdama jinan, di çarçoveya "Projeya Jinên Akça Hildiberînin" da ji hin saziyan 250 donim erd hat dabînkirin û meha gulanê jî li vî erdî bi destê jinan îsot hatin danîn ku niha jî dema berhevkirinê ye.

Ji jinan Emine Maskanê diyar kir ku bi saya projeyê ew bûn xwedî kar û wan piştgirî da budceya malê û wiha dewam kir, "Berê havînan ji bo xebatê ez bi neçarî bi malbata xwe ra diçûm parêzgehên din. Lê bi saya projeyê êdî hewce nake em biçin derva."

 

 

Serepeyv