Di lehiya li Gîresunê da jimara kesên ku mirin derket 6an
Di lehiya Gîresunê da 2 cendirme û 6 welatîyên Tirkiyê mirin, xebatên lêgerîn û xelaskirina 11 kesan dewam kir.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Di lehiya Gîresunê da 2 cendirme û 6 welatîyên Tirkiyê mirin, xebatên lêgerîn û xelaskirina 11 kesan dewam kir.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li navenda navçeya Dereliyê ku lehî lê rabû û hezaz çêbû, bi Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ra piştî ku li cihên ku lehî lê rabûye geriyan, daxuyanî da rojnamegeran.
Soylu der barê civîna nirxandinê ya ku li bajêr kirin û tedqîqan da agahî da.
Soylu diyar kir ku di lehî û hezazê da menfez hilweşiya û 5 cendime û operatorek ketin nav çêm û winda bûn û daxuyand ku ew li cihê ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin jî geriyan.
Soylu got heta niha 133 welatî bi merîfeta lêgerîn û xelaskirinê hatin xelaskirin.
Soylu daxuyand ku rêya 118 gundên bajêr girtî ne, rêya Tîrebolu-Dogankentê jî hê girtî ye, rêya Dereliyê jî piştî xebatan vebû.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu her wiha got: "(Lehiya li Gîresunê) Ji hemû wezaretan 944 personel li vê derê dixebitin."
Soylu: "Rêyên 118 gundan girtî bû, ya 20an vebû. Li 78 gundan ceyran tunebû, ya 40an hat berdan."
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirli jî got: "Xebatên me yên tesbîtkirina xesarê didomin. Ya ku dixuyê, xesara çandiniyê bi qasî ku me hêvî dikir, kêmtir e."
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Kurum jî got: "Me li Dogankentê 4 avahiyên xerabûyî, 200 avahiyên kêmxesar, li Dereliyê 3 avahiyên xerabûyî, 152 avahiyên kêmxesar û li Yaglidereyê 10 avahiyên xerabûyî, 9 avahiyên kêxesar tesbît kirin."