Tebax 24, 2020 02:33 Asia/Tehran
  • Heta 23ê Tebaxê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an

Di 24 saetên dawîn de (Heta 23ê Tebaxê) bi rehetbûna 795 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an.

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de (Heta 23ê Tebaxê) 1217 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 121ê.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 80 hezar û 302 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 327 hezar û 466an.

Di 24 saetên dawîn de 1217 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 258 hezar û 249an. 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 121ê.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 795 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 165an.

Hejmara nexweşên giran 783, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,5 e.

 

 

Serepeyv