Davutoglu: Em dê pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûreke demokratîk de çareser bikin
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê (Gelecek) Ahmet Davutoglu ragihand ku ew weke partî pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûreke demokratîk de çareser dikin.
Serokê Giştî Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu hewlên xwe xistine tevgerê daku bikaribin beşdarî hilbijartina bê bibin û biçin nav Parlamentoya Tirkiyê û divê çarçoveyê de roja Şemiyê 22ê Tebaxa 2020an li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bû û yekemîn kongreya rêxistinên partiya xwe li Wanê û dehemîn kongreya partiya xwe li ser asta parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lidar xist.
Ahmet Davutoglu berê serokwezîrê Tirkiyê bû û 10 caran serdana Wanê kiribû, lê serdana wî ya vê carê bo Wanê ji serdanên berê cuda bû. Vê carê Davutoglu wek serokê partiyekê gotar xwe pêşkeş kir û behsa rol û girîngiya parêzgeha Wanê kir û amaje bi wê yekê jî da, di dema borî de li Wanê pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye ku wê heyama serokwezîr bû.
Davutoglu got: “Li Wanê min pêşwazî li serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî kiribû, bo gihandina wê peyama ku hemû ew rêyên li vê navçeyê, li Anadolê ber bi Mezopotamya ve diçin, di Wanê re derbas dibin.”
Davutoglu rexneyên tund li desthilata AKPê girtin û bersiva wan rexneyên ku lê tên girtin da, ku dibêjin gotar û helwêstên wî yên niha nakok in ligel helwestên wî yên berê ku serokwezîr bû, û ragihand herdem tekezî li birayetiyê û dewleta yasayê û demokrasiyê dikir û wek partiya Siberojê pirsgirêka Kurd di çarçoveya destûrekî demokrasî de çareser dikin.