Tebax 23, 2020 23:40 Asia/Tehran
  • Tirkiyê mûçeyê cerdevanan bo şerê derveyî sînor zêde kir 

Serokê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan li Tirkiyê Ziya Sozen ragihand ku mûçeyê cerdevanên li derveyî sînorên Tirkiye û herêmên kurdî yên Tirkiyê beşdarî operasyonan dibin, ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.

Serokê Giştî yê Konfederasyona Cerdevanan li Tirkiyê Ziya Sozen di daxuniyekê de ragihand ku  bi biryara Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê xerciyên rê û mûçeyên cerdevanên ku li derveyî sînorên Tirkiye û herêmên kurdan li Tirkiyê beşdarî operasyonan dibin hate zêdekirin.

Li gor biryarê xerciyên rojane ji 91 lîreyan bo 205 lîreyan û mûçe jî ji 2 hezar û 730 lîreyên Tirkî bo 6 hezar û 150 lîreyan hate zêdekirin.

Bi gotina Ziya Sozen cerdevan di bin mercên zehmet de erka xwe pêk tînin, lê mûçeyên wan ne hêjayî zehmetiya wan e.

Di operasyonên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Herêma Kurdistanê de hejmareke cerdevan jî beşdar bûne û li gor daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiye hejmareke cerdevan di wan operasyonan de hatine kuştin û birîndarkirin.

Herî dawî li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê di 6ê Tebaxa 2020an de cerdevanek li herêma ku artêşa Tirkiyê operasyona bi navê Çengê Piling a li nav axa Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, ji aliyê hêzên PKKê ve hate kuştin.

Li Tirkiyê  sistema cerdevantiyê, piştî derketina gerîlayên Partiya Karkekirên Kurdistanê (PKK), bi navê “Parêzvanê Ewlehiyê” 26ê Adara 1985an hatiye damezrandin.

Li gor rojnameya Yenî Akitê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 55 hezar cerdevan weke fermî hene û herwiha 20 hezar jî weke xwebexş hene.

Li gor raportên Rêxistina Mafê Mirovan navê cerdevanan di gelek karên kirêt û dijmirovane de derbas dibe û gelek mirovên bêsûc kuştine û îşkence kirine.

Serepeyv