Tebax 22, 2020 03:02 Asia/Tehran
  •  Li Dîlokê - Qurbaniyên komkujiya DAIŞ’ê pêk anî hatin bibîranîn

HDP’ê di salvegera Komkujiya Beybahçe ya li Dîlokê ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bîranîn li dar xist û 40 jê zarok 56 qurbaniyan bi bîr anî.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) ji Dîlokê (Gazîanteb), HDP’ê 40 jê zarok 56 Qurbaniyên Komkujiya Taxa Beybahçeyê ya li navçeya Şahînbeya Dîlokê di 20’ê Tîrmeha 2016’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat, li cihê komkujiyê bi bîr anî. Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Mahmût Togrûl û Omer Farûk Gergerlîoglû, rêveberên HDP’ê û malbatên Qurbaniyan beşdarî bîranînê bûn.

 ‘DELÎL HATIN TUNEKIRIN’ 

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl bi bîranîna Qurbaniyan dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku heke komkujiyên Amed, Enqere û Pirsûsê yên DAIŞ’ê kirin bihatina astengkirin û kujer û bepirs bihatana girtin wê Komkujiya Beybahçeyê nebûya. Togrûl got piştî komkujiyê hemû delîl ji holê hatin rakirin û windakirn. 

BEŞTAŞ: EMÊ DEV JI KOMKUJIYÊ BERNEDIN 

Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku hovek DAIŞ’î li vê kuçeyê 40 jê zarok 56 kesan qetil kirin û pêşî li komkujiyên Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê nehat girtin. Beştaş da zanîn ku "destûra rêxistinbûna DAIŞ’ê li Dîlokê dan lê naxwazin kujeran bibînin". Beştaş got "ewê dev ji vê komkujiyê bernedin". Beşdaran qerenfîl danîn cihê komkujiyê û bername bi dawî bû.

 

 

 

Serepeyv