Tebax 22, 2020 02:27 Asia/Tehran
  • 21ê Tebaxê; Li Tirkiyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 235 hezar û 569an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 772 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 235 hezar û 569an.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 1203 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin 22 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 92 hezar û 227 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 154 hezar û 157an.

Di 24 saetên dawîn de 1203 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 255 hezar û 723an. 22 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 80yî.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 772 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 235 hezar û 569an.

Hejmara nexweşên giran 749, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,3 e.

 

 

 

Serepeyv