Tebax 21, 2020 13:44 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 1412 kesên din bi Koronayê ketin- hejmara pêketiyan ji 254 hezar kesî derbas bû

Li Tirkiye di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa Koronayê 19 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 58 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 20ê Tebaxê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye  di 24 saetên borî de 1412  kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 254 hezar û 520 kesan.

Herwiha di 24 saetan de 882 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 234 hezar û 797 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Hejmara pêketiyên koronayê ku di nav vê hefteya dawî de rojane nêzîkî 1245 bû, niha 1400î derbas kir. Li aliyê din, di 3yê Tebaxê de pişkinînên me yên rojane 41 hezar bûn, lê niha zêdetirî 92 hezar e. Hejmara tîmên me yên fîlyasyonê gihişt 9 hezar û 344an. Rêjeya xwegihandina me bo kesên ku bi nexweşan re ketine têkiliyê, %98.9 e. ”

Serepeyv