PKKê bi Dronan êrişî serbazên Tirkiyê kir
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê hêzên PKKê bi Dronên (balafirên bê mirov) bombebarkirî êrişî serbazên wan kirin, lê ew Drone hatine jinavbirin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de îdia kir ku li binkeyeke hêzên wan li nav axa Herêma Kurdistanê gerîlayên PKKê bi dronan hewl daye êrişî serbazên wan bike.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin ew dronên bombebarkirî ji aliyê serbazên wî welatî ve hatine jinavbirin bêyî ku bigihijin armanca xwe.
Li gor medya Tirkiyê bûyer duh, 20.08.2020, saet 07.00an çê bûye û li gor zanyariyan, hewl hatiye dayîn bi dronên bombebarkirî êrişek li dijî serbazên Tirkiyê yên li binkeye li Şeladizê ser bi qeza Amêdiyê ve bê encamdan.
Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku duh di saetên sibehê de li bejahiya Şeladizê çend firokeyên bêfirokevan hatine xistin. Li gor çavkaniyên xwecihî jî gulleyên hewanê bi wan dronan ve hatibûn girêdan.
Derbarê vê bûyerê de heta niha ji aliyê PKKê ve zanyariyek nehatiye belavkirin.
Li aliyê din PKKê ye di daxuyaniyekê de nasnameya 2 şervanên xwe aşkere kir ku di êrişeke asmanî ya Tirkiyê de li Gabara Şirnexê canê xwe ji dest dane.