Şandeka Japonî serdana Diyarbekirê kir
Akio Miyajima, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê û şanda pê re, ji bo wergirtina zanyariyên li ser aboriya bajarê Amedê(Diyarbekirê) , derfetên veberhênan û şiyana çandî, serdana vî bajarî kir.
Li gor daxuyaniya Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Diyarbekirê (DTSO) li herêmên kurdî yên Tirkiyê, şanda Japonî ligel Lijneya Rêveberiyê ya DTSOyê civînek pêk aniye û derbarê aboriya bajêr, derfetên veberhênan û şiyana çandî de zanyarî wergirtine.
Piştî civînê, şanda Japonî li Diyarbekirê, li navçeya Sûrê, Xana Hesen Paşa, Minareya Çarnig, Çarşiya Şewitî, Bazara Îspey, Mizgefta Mezin û dêrên ku xebata nûkirina wan didome, geriyan.
Hat ragihandin ku Akio Miyajima, Balyozê Japonyayê yê li Enqerê, serdana projeya Navenda Perwerdehiya Jinan a ku di sala 2015an de piştgirî dabûn, kir û ji bo ku car din ev proje were aktîvkirin, nêrînên xwe anîn ziman.
Şanda Japonî piştre serdana Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê kiriye û ji bo pêşvebirina peywendiyên bazirganî yên ligel Japonyayê, daxwaz û têbîniyên veberhênerên Diyarbekirê wergirtine.
Herwiha di hevdîtinê de hatiye diyarkirin ku berê geştyarên Japonî serdana Diyarbekirê dikirin, lê di van salên dawî de him geştyarî û him jî peywendiyên bazirganî paş ketine.
Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê hevserokên şaredariya Diyarbekirê ku bi dengê gel hatibûn bijartin ji ser kar hilanîne û qeyûm danîne dewsa wan.