Tebax 20, 2020 16:19 Asia/Tehran
  • Li Rihaya paytexta Îsotan, îsot li ser destan mane

Li Rihayê cotkarên ku bacanên reş, firingî û îsotan diçînin, ji mecbûrî berê kîloya berên xwe bi 30 qurişî didin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Bariş Polat" dibêje: "Li Rihayê (Şanlî Ûrfa), cotkarên bacanên reş, firingî û îsot çandine, îsal jî berên wan heqê lêçûna wan dernaxin.

Cotkar, kîloya bacanên reş bi 30 qurişî, ya firingiya bi 50 qurişî û ya îsotan jî bi 1 lîre û 50 qurîşî difiroşin. Cotkar Remzî Ay, diyar kir ku 45 sal in vî karî dike û got, li rojavayê welêt berên cotkaran bihatir in lê belê li herêmê yê wan erzantir in. Ay destnîşan kir ku ji ber vê yekê top avêtine." 

BI 50 QURIŞÎ DIDIN 

Malbata Şen, li gundê Girê Işk yê navçeya Halîliyeyê ya Rihayê 20 donim firingî, îsot û petêx daniye û pê debara xwe dike. 

Ji ferdên malbatê Mûstafa Şen, anî ziman ku erdê ku berê donima wî bi 160 lîreyî îcare dikirin, piştî av hatiyê niha bi 800 lîreyî îcare dikin. Şen, bilêv kir ku 9 donim îsot çandine û ji bo vî 9 donimî bi 14 hezaran tov stendine, lê belê ji ber lêçûnên çandiniyê biha bûne tiştekî qezenc nakin. Şen, diyar kir ku îsal li herêmê pir îsot hatiye çandin û got, çendî ku hê wextê çinîna îsotê tam dest pê nekiriye jî kîloya wê bi lîre û nîvê tê dayîn. Şen, got: "Me ji bo 20 donimî 70 hezar mesref kir. Em 8 mehan dixebitin. Em li ber taveke 50 dereceyî ji şefeqê heya êvarî dixebitin.

Tu qezencek me tuneye. Dikandar û marketvan qezenc dikin. Divê kîloya bacanên reş bi lîre û nîvê, ya firingiyan bi lîreyekê û ya îsotan bi 3 lîreyan bê firotin ku em karibin heqê mesrefên xwe derxin. Ji xeynî vê zirar e."

 25 SAL IN KÎLOYA FIRINGIYA 50 QURÎŞ E 

Remzî Ay ku diyar kir 45 sal in cotkariyê dike, tevî malbata xwe li gundê Girkê Işk 35 donim erd îcare kiriye û firingî çandiye. Ay, destnîşan kir ku 25 sal in kîloya firingiya bi 50 qurişî ye.

Ay, bilêv kir ku li rojavayê welêt zebze bihatir e û got: "45 sal in vî karî dikim. Lê tu qezencek min tuneye." Ay, anî ziman ku ji bo 35 donimî 93 hezar TL mesref kiriye û got, lê belê ji berên difiroşe tiştek di dest wî de namîne. Ay, destnîşan kir ku sala bê dê dev ji vî karî berde û got: "Wekî din karekî min tuneye, îca ezê çi karî bikim?" 

BACANÊN REŞ BI 30 QURIŞÎ NE 

Fatma Taş ku li gundê Ereban ê Pirsûsê bacan danîne, anî ziman ku karê kirine karekî zor e û mesrefê wê zêde ye. Taş, diyar kir ku 10 donim erd kirê kiriye û 30 hezar TL mesrf lê kiriye.

Taş, anî ziman ku 20 roj in dest bi berhevkirina bacanan kirine û got: "Em kîloya bacanên reş bi 30 qurişî didin. Em perîşan bûne. Em bi lîreyekê jî bidin me xelas nake. Hema me tenê 8 hezar Tl heqê dermanan daye. Ji bo em karibin deynê xwe bidin divê em karibin vî berî bifiroşin. Heger wisa biçe emê nikaribin cotkariyê bikin. Em li ber taveke 45 dereceyî ji şeveqm heya êvarî dixebitin. Keda me berhewa dere." 

MARKETÊN MEZIN QEZENC DIKIN

Bûrak Ûgûr ku li Taxa Mûratê ya Pirsûsê cotkariyê dike, anî ziman ku zanîngeh kuta kiriye lê belê ji ber ku nikare di qada xwe de bixebite dest bi cotkariyê kiriye. Ûgûr, diyar kir ku çandina bacanên reş zehmet e, ji lewra zû dişewite û ji bo neşewite divê tim bê dermankirin. Ûgûr, anî ziman ku ji xeynî heqê karkeran serê donimê 2 hezar lîre emesref kiriye. Ûgûr got: "Em berhev nekin. Kîsek bi lîreyekê. Em kîsê bacanên reş bi 6 lîreyan difiroşin. Gava em top bikin em dixisirin. Tiştek di dest me de namîne. Bazirgan û navbeynkar qezenc dikin. Marketên mezin qezenc dikin."

 

 

Serepeyv