Heta 19ê Tebaxê - 253 hezar û 108 kes Tirkiyê bi Covîd-19'ê ketine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318815-heta_19ê_tebaxê_253_hezar_û_108_kes_tirkiyê_bi_covîd_19'ê_ketine
Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 303 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2020 07:42 Asia/Tehran
  • Heta 19ê Tebaxê - 253 hezar û 108 kes Tirkiyê bi Covîd-19'ê ketine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de hezar û 303 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine û 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê, Fahrettîn Koca, daneyên der barê vîrûsa coronayê (Covîd-19) ên 24 saetên dawî de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de li Tirkiyê 23 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 303 kesên din jî bi şewbê ketine. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 253 hezar û 108 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 6 hezar û 39.