Tebax 19, 2020 14:57 Asia/Tehran
  • Artêşa Tirkiyê li dijî PKKê dest bi operasyonekî nû kir

Hêzên ewlehiya Tirkiyê li hember şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kirin.

Wezareta navxwe ya Tirkiyê bi beyanameyekî ragehand, îro 19.08.2020ê operasyona ‘’Yildirim – 6 Dojeha Reş’’ li parêzgeha Çewlîgê destpê kiriye.

Li gor wezareta navxwe ya Tirkiyê ragehandiye armanca operasyonê girtina endamên PKKê ye.

Herwaha Wezareta navxwe ya Tirkiyê di beyanama xwe de ragehandiye operasyona hanê bi beşdariya 700 polîs û cendirmeyan ve birêve diçe.

Serepeyv