Tirkiye dibêje me 2 endamên PKK û PKK jî dibêje me 8 leşker kuştin
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku di encama operasyoneke balafirên wan yên şer de li Herêma Kurdistanê, 2 hêzên PKKê canê xwe ji dest dane. PKKê di daxuyaniyekê de ragihand ku herêma Heftanînê 7 leşkerên Tirkiyê kuştine.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê çend vedyoyên opersyonên xwe li ser hesabê xwe tîwttera belav kiriye û ragihand ku 2 şervanên PKK canê xwe ji dest dan.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye ew opersyona li herêma Zapê hatiye encam dan.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi firokeyên çavdêriyê 2 hêzên PKKê ku amadekariya êrişê dikirin hatine tespîtkirin û di encama operasyoneke asmanî de wan herdu gerîlayan canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê li ser çalakiyên xwe yên li Heftanînê û Çelê daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya PKKê, hêzên PKKê roja 17 Tebaxê êrîşî leşkerên Tirkiyê li navçeya Heftanînê kirine û 7 leşker kuştine.
PKKê herwiha dibêje heman rojê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li başûrê rojhilatê Tirkiyê li dijî leşkerên vî welatî li ser Girê Şikêrê çalakiyek encam dane û di wî çalakiya xwe de leşkerek hate kuştin.