Tebax 19, 2020 11:26 Asia/Tehran
  • Li Êlihê keça ku rastî destdirêjiya efserekî tirk hatibû canê xwe ji dest da 

Li bajarê Êlihê yê Kurdan li Tirkiyê ew keça ku ji bo dema 20 rojan ji aliyê efserekî artêşa Tirkiyê ve li malê hatibû zindanîkirin û destdirêjiya wê hatibû kirin canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, li bajarê Êlihê keça bi navê Î.E. ji aliyê efserekî artêşa Tirkiyê yê bi navê Mûsa Orhan ve li malekê tê zindanîkirin û bi dirêjiya 20 rojan destdirêjiya wê tê kirin.

Piştî ku bûyer eşkere bû, keçikê xwest dawiyê li jiyana xwe bîne, lê ew nemiribû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Wê keça Kurd îro koça dawî kiriye. Lê heya niha jî Mûsa Orhan ji aliyê polîsan ve nehatiye girtin û bi azadî digere.

Piştî bihîstina nûçeya mirina keçikê, Kurdan li ser medyaya civakî tagek bi navê Bela Mûsa Orhan Were Girtin vekirin.

Herwiha gelek kesan li medyaya civakî ji xelkê xwestine bila li dijî vê desdirêjiyên wiha ku dewleta Tirkiyê çavên xwe ser wan digire gel rabe nerizamendiyê. 

Serepeyv