Ordûya Tikriyê - Şert û mercên karkerên findeqan
Karkerên çandiniyê yên demsalî ku ji bo berhevkirina findeqan hatine navçeya Unye ya Ordûyê, li deverên ku av, tualet û serşok lê tunene dimînin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), 'Tolga Guney' nivîsiye: "Bi hezaran karkerên demsalî yên ku her sal ji bajarên herêmê berê xwe didin Herêma Behra Reş, îsal jî piştî Edene, Mêrsîn, Tokat û Amasyayê ji bo berhevkirina findeqan hatine Ordû û Gîresûnê. Karkerên îsal hatine navçeya Unye ya Ordûyê, an li qeraxên rêya di konan de dimînin an jî di hundirê wesayîtan de. Her wiha li cihên ku lê ne jî av, tualet û serşok lê tunene."
Karkerên hatine qada Kampê ya Çamlikê ya li Yalikoy a navçeya Unyeyê, piştî cendirmeyan ji wan re gotiye li cihê sereke yê kamê cih tuneye hatine vê herêmê. Hêleke kampê behr e, hêla din jî otoban e. Lewma ev yek ji bo zarokên biçûk cihê xetereyeke mezin e. Karkerên konên xwe li ser xîçê (xîz) vedane, ava ku nizanin ku derê tê ji mecbûrî bi kar tînin. Her wiha li cihê ku lê ne tualet û banyo (hemam) jî tuneye. Karkeran anî ziman ku 15 roj in li vê derê ne, lê belê hîn jî ji bo kontrolkirina tenduristiyê kes nehatiye.
Yek ji van karkeran jî Denîz Boz e. Boz, ji Semsûrê hatiye.
Bozî anî ziman ku tevî 3 zarokên xwe, nevî û bûka xwe ji meha Sibatê ve ji warê xwe derketine. Boz, diyar kir ku piştî ku li Kizkalesî, Sûsanoglû, Atankent, Atayûrt, Sîlîfke û Erdemliyê xebitîne, vê carê hatine Unyeyê û bi rojan e di hundirê wesayîtan de radikevin. Boz, anî ziman ku biçin ku derê rayedar ji wan dipirsin "Hûn diçin ku derê biçin. Ma me gazî we kiriye?" û got: "Ez nexebitim ezê çi bikim? Ji mecbûrî dixebitim. Li ku derê kar hebe ez li wê derê dişixulim. Heya berf dawiya salê em naçin bajarê xwe. Lê biçin ku derê jî cih nîşanî me nadin. Ji wir berê me didin wir. Wekî pêlîstokekê bi me dilîzin."
NEHATINE KONTROLKIRIN
Boz, diyar kir ku li tu deverê tenduristiya wan nehatiye kontrolkirin û got, tenê carekê pakêteke paqijiyê dane û hew. Boz, anî ziman ku qet nehatine testkirin. Boz anî ziman ku ji bo mayînê konteyner û serşok xwestine û got, piştî findeqan vê carê jî ew ê ji bo pincara şekir biçin Çorûmê û ji wir jî biçin Tokat û Amasyayê.
‘EM NEXEBITIN DÊ EV KAR BI RÊ VE NEÇE'
Behcet Îlkeler ku ji Bazarcixa Mereşê tevî 7 zarokên xwe pêşî çûye li Tokat, Sûlûsaray, Çamlibel û Kozakliyê xebitiye û dû re hatiye Unyeyê got: "Ji ber ku em karker in bi çavekî din li me dinêrin. Heger em neşixulin dê ev kar bi rê ve neçin. Her kes daye dû nanê xwe. Ma em neşixulin dê ev zarok çi bikin?" Îlkeler, anî ziman ku piştî berhevkirina findeqan vê carê jî ew ê ji bo berhevkirina pîvazna biçin Çorûm û Kirşehîrê û got: "Zarokên me diçin dibistanê, rewşa me ya aborî enbaş e. Cihê em lê dimînin xirab e. Em ava ku em nizanin ji ku tê vedixwin. Tualet û serşok tunene. Lazimatiyên (pêwîstiyên) zarokên me hene. Bila ji bo lîstikan hin qad bên çêkirin Gava em dişixulin em zarokan li vê derê dihêlin. Nêzî behrê ye, em ji mecbûrî wan li vê derê dihêlin."